Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

ZANÎNGEHA KOBANÊ DERIYÊN XWE JI QEYDKIRINA NAVÊN XWENDEKARAN RE VEKIR

165

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Zanîngeha Kobanê îro dest bi qeydkirina navên xwendekaran kir û dê kar û barê qeydkirinê heta 15`ê Îlonê bidome.

Zanîngeha Kobanê deriyên xwe ji bo pêşwazîkirina xwendekarên sala xwendinê ya 2018-2019`an vekir. Pêşwazîkirina xwendekaran îro dest pê kir û dê heta 15`ê Îlonê bidome.

 

Şertên qebûlkirina xwendekaran ên sereke ev in; divê xwendekar ji Sûriyeyê bin, divê tenê xwendekarên Zanîngeha Kobanê bin û nabe ku di tu zanîngehên din de bixwînin. Divê asta amadehiyê bi dawî kiribe (zanist an wêje).

 

Her wiha bawernameyên amadehî yên ne ji Sûriyeyê piştî ku têne guhartin, têne qebûlkirin û di her beşekê de 5 kursî ji zarokên şehîdan re hatine diyarkirin.

 

Zanîngehê diyar kir ku dê navê xwendekarên werin êrêkirin dê piştî hefteyekê werin diyarkirin.

 

Xwendekarên asta amadehiyê yên beşa zanistê dikarin navên xwe di fîzîk, kîmya, wêjeya kurdî, wêjeya erebî, zanistên xwezayî  de qeyd bike. Xwendekarê asta amadehiyê yên beşa wêjeyê dikarin navên xwe di wêjeya kurdî û wêjeya erebî de qeyd bikin.

 

Her wiha zanîngehê diyar kir ku dê beşa wêjeya erebî li bajarê Girê Spî were vekirin bêyî ku tu agahiyên berfireh bide.

 

Hêjayî gotinê ye ku Zanîngeha Kobanê di 10`ê Kanûna 2017`an de hate vekirin. Di 4`ê Nîsana 2018`an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê bi hevkariya rêxistina Hêvî dest bi avakirina avahiya Zanîngeha Kobanê kir ku dê bibe mezintirîn zanîngeha Rojava