Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

WELATIYÊN BAJARÊ QAMIŞLO JI BER TÊKÇÛNA RÊ Û KOLANÊN ALIYÊ ROJHILATÊ BAJÊR GILIYÊN XWE TÎNIN ZIMAN

30

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Deriyê ketina bajarê Qamişlo yê aliyê rojhilat, riyeke sereke ya bajêr e û rojane bi hezaran siware û kemyon derbasî bajêr dibin û jê derdikevin.

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo riya sereke fireh kir, lê ev proje nehat temamkirin û nehat qîrkirin. Di encamê de ev rê dîsa têk çû. Di demsala havînê de toz zêde radibe û di zivistanê de jî herî ye.

Welatî û ajokaran ji ber xirabbûna rê giliyên xwe anîn ziman, nemaze ji ber vê sedemê gelek qezayên trafîkê jî rû dane

Welatiyê bi navê Macid Abdîn ji niştecihên taxa Cumaya ye û di derbarê mijarê de wiha got: “Ji ber têkçûna rê em rastî gelek astengiyan tên. Di havînê de toz zêde ye û di zivistanê de jî herî zêde ye û hema bêje rojane qezayên trafîkê li ser rê rû didin.”

Welatiyê bi navê Eymen Silêman jî girêdayî heman mijarê axivî û got ku êdî nema dikarin vê pirsgirêkê tehmûl bikin û destnîşan kir ku rûniştina li vê taxê ne pêkan e û bang li aliyên têkldar kir û vê pirsgirêkê di demeke lezgîn de çareser bikin.

Welatiyê bi navê Ebdulletîf Remezan ji ber netemamkirina projeya firehkirina rê, Şaredariya Gel rex ne kir ku ev bêtirî 2 meh in xebatên xwe rawestandine û nîşandeyên hatûçûnê jî li ser rê tune ne.

Remezan ji Şaredariyê xwest ku di demeke lezgîn de destwerdanê bike û wiha got: “Eger ev pirsgirêk berdewam bike, bê guman niştecihên vê deverê dê bi gelek nexweşiyan bikevin.”

Welatiyê bi navê Mustefa Silêman got ku wan heta niha 3 gilî pêşkêşî Şaredariyê kirine û pişniyar kirine ku weke çareseriyeke demkî rojane du caran avê li ser rê bireşînin. Lê şaredariyê daxwaza welatiyan heta niha pêk neaniye.

Rêveberên Şaredariyê jî nexwestin bersiva nûçegihan li pêşiya kamîreyê di derbarê pirsgirêkê de bidin û tenê gotin ku ew ji bo çareseriya pirsgirêkê di nava xebatan de ne û dê di demeke lezgîn de pirsgirêkê çareser bikin.