Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

TÊKOŞÎNA 8’Ê ADARÊ LI EFRÎNÊ VEJÎN DIBE

14

Toreya Rojava ya Nûçeyan

Revêbera Buroya Jin a MSD’ê Canda Bêrzan 8’ê adarê roja jinên kedkar ên cîhanê li tevahî jinan û bi teybêt li jinên ku îro di Berxwedana Serdemê de li hember dagirkeriya dewleta Tirk cih digrin pîroz kir û got: “Têkoşîna 8’ê Adarê li herêma Efrînê bi jinên berxwedêr re xwe nûjen dike.”

Revêbera Buroya Jin a Meclîsa Sûriyê Demokratîk (MSD) Canda Bêrzan, rewşa têkoşîna jinan bi boneya nêzîkbûna 8’ê adarê roja jinên kedkar ên cîhanê ji ajansa me ANHA’yê re nirxand.

Revêbera Buroya Jin a Meclîsa Sûriya ya Demokratîk (MSD) Canda Bêrzan got ku dîroka 8’ê Adarê ji sala 1865’an ve li bajarê New York ê Amerîka li hember hişmendiya baviksalariyê dest pê kiriye û berdewamiya wê yêkîtiya jinan didome û wiha anî ziman: “Di hemû aliyên jiyanê de xwesteka binpêkirina mafên jinan hebû. Lê li hemberî van hewldanên pûçkirina rola jinan di civakê de jinan li ber xwe dan. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê re jin li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê şer kir, hovîtiya wan binxist û ji bo hemû cîhanê jinên Kurd  bûn mînak.”

. Îro jî li Efrînê jin, dayik axa xwe diparêzin û dibêjin em yek zeytûnê ji Efrînê nadin dagirkeran. Ev helwest û baweriya wan Berxwedana Serdemê bi serxist.

Canda Bêrzan destnîşan kir ku Şehîd Arîn Mirkan li Kobanê li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê berxwedanî kir û di encama berxwedaniyê de canê xwe feda kir û bû sembola azadiyê. Li Efrîn jî şehîd Avesta Xabûr bi çalakiya xwe ya pîroz li hemberî hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê derket û riya fedekariyê  berdewam kir.

Canda Bêrzan bal kişand ser 5 Adarê ku jinên Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê berê xwe didin Efrînê û  û wiha berdewam kir: “Hemû pêkhate roja jinên kedkar ên cîhanê li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê dibin yek û azadiyê qîroz dikin

Jin bi yekîtiya xwe  li hemberî hovîtiya Tirkiyeyê bersiveke tund e

Canda wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tekoşîna jinan a sala 1857’an li New York ku zilm qabûl nekirin, di sala 2018’an de li Efrînê bi rihe Berxwedan Serdemê xwe nûjen dike.