Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

SIBE SIZAYÊN LI SER ÎRANÊ DEST PÊ DIKIN

12

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîka radigihîne, Amerîka dê ji roja 5ê Mijdarê ve qonaxa duyemîn a sizayan li ser rêjîma Îranê bisepîne.

 

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo li hejmara xwe ya tûra civakî “Twitter” nivîsî, “Amerîka ji roja 5ê Mijdarê ve sizayên tund li ser rêjîma Îranê disepîne. Armanc jî ew e, Îran dest ji çalakiyên xwe yên wêranker berde.”

 

Pompeo tekez kir, ev sizayên li ser Îranê, armanc jê rêjîma Îranê ye, ne gelê wê ya ziyan ji hikûmeta Îranê dîtiye ye.

 

Roja 8ê Gulana bûrî Serokê Amerîka Donald Trump vekişîna welatê xwe ji rêkeftina atomî ya bi Îranê re ragihand û tekezî li ser wê yekê kir, ewê sizayên tund li ser wî welatî bisepînin.

 

Amerîka qonaxa duyem ji sizayên abûrî li ser Îranê disepîne û li gorî hatiye ragihandin, Amerîka vê carê dorpêçê li ser kirîn û firotina petrola Îranê deyne û hişyarî daye her aliyekî daku petrola Îranê nema bikirin.

 

Di vê derbarê de, Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, berî çend rojan ragihand, sizayên Amerîkî dê bandorê li ser abûriya Îranê bike, lê ewê nikaribe siyasetên Îranê biguherîne.