Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

SEWT EL-HEYAT DEST BI WEŞANÊ DIKE

19

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Radyoya Sewt El-Heyat dê di destpêka meha Tebaxê de dest bi weşanê bike û   li hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê dê were guhdarîkirin

Radoya Sewt El-Heyat (Dengê Jiyanê) hewl dide rastiya neteweya demokratîk û jiyana hevbeş belav bike. Her wiha dixwaze ku dengê hemû gelan bigihîne hemû herêmên Bakurê Sûriyeyê.

 

Ekîba radyoyê ji 15 endamên ku tev li dewreya perwerdeyê ya bi navê rojnamevan Şehîd Dilîşan Îbîş bûbûn, pêk tê.

 

Yek ji rêveberên radyoyê Sozdar Ehmed destnîşan kir ku wan di 15`ê vê mehê de dest bi weşana test kir û di destpêka meha Tebaxê de dê dest bi weşana fermî bikin.

 

Weşana radyoyê dê rojane di navbera saet 07:00 û 19:00’an de be. Her wiha Sozdar Ehmed got ku dê weşana xwe dûre bikin heta saet 12:00’ê şevê.

 

Weşana radyoyê li ser pileya 106,5 dê were weşandin.

 

Di radyoyê de dê bernameyên cur bi cur werin weşandin.

 

Di vê çarçoveyê de endama radyoya Sewt El-Heyat û berpirsa beşa polîtîkaya weşanê Reşa Xelef diyar kir ku armanca wan ew e ku dengê hemû gelên Bakurê Sûriyeyê bigihînin hemû herêman û wan nêzî hev bikin