Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

ŞÊRZAD YEZÎDÎ :DIYAR KIR KU LI EFRÎNÊ SIYASETA EREBKIRIN Û TIRKKIRINÊ DI NAVA HEVÛDU DE ASTA HERÎ JOR DE TÊ MEŞANDIN

38

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Nivîskarê Kurd Şêrzad Yezîdî di gotareke xwe de diyar kir ku dîmenên bi êş li Efrîna dagirkirî hêjî berdewam dikin û siyaseta erebkirin û tirkkirinê di asta herî jor de tê meşandin. Her wiha bi dehhezarn welatiyên biyanî ji Xota ya Dîmeşqê, gundewarên Dîmeşqê û ji gelek deverên Sûriyeyê yên di bin serweriya rêjîmê de ne li Bakurê Sûriyeyê û bi taybet li Efrînê tên bi cihkirin. Li Efrînê niha bi riya bi cihkirina van biyaniyan li şûna welatiyên resen guhertineke demografîk tê meşandin, piştî ku mal û milkên welatiyên Efrînê talan dikin û welatiyên resen neçarî koçberkirinê dikin.

Yezîdî got ku karîseta li Efrînê di hezaran dîmen û wêneyan de eşkere dibe. Ev herêma çiyayî ya ku bi zeytûn û fêkiyan hatiye xemilandin, niha dukaneke bajarê Efrînê ku niştecihekî nû desteserkiriye veguhertiye qesabgeha hêştiran û li ser nivîstandiye qesabê Xota yê Ebû Bîlal El-Şamî. Ne tenê ev e, lê belê di wêneyan de hiştirekî li ber dukanê hatiye girêdan diyar dibe.

Hêştir sewalekî beyaran e û ne pêkan li herêma Efrînê jiyan bike, ev yek nîşaneke zelal a qirêjiya dagirkeriya Tirkiyeyê û El-Qaîdê ye, nemaze eşkere qanûnên hawîrdorê jî binpê dikin. Dagirker bi riya van helwest û kiryarên xwe hewl didin xemla Efrînê jî bişkînin û rêbazên jiyanî di bajêr de belav dikin ku ti girêdana wê bi rastiya bajêr re tune ye. Ev yek tenê zihniyeta dagirkeran di bin navên cîhad û fetih de vedibêje. Erdogan dagirkirina Efrînê bi xwendina ayeta “El-Fetih” a Qurana Pîroz li giştî mizgeftên Tirkiyeyê dest pê kir.

Yezîdî di berdewama gotara xwe de ku di rojnameya El-Heyat de hatiye weşandin wiha dibêje: “Semboliya Hêştir di bazarên Efrînê de dîmena giştî li Efrînê şîrove dike. Em dagirkerî û guhertineke demografîk  ku ti alî li hemberî wê derneketine rû bi rû ne. Efrîn û Efrînî li gorî mentiqa dagirkeriyê ji dagirkeran re helal e. Ev herêma ku sultanê wan Receb Tayîp Erdogan ji wan re diyar kiriye da ku têde kiryarên dagirkerên wan a Baasiya El-Esed pêk bînin da ku têkçûna xwe ya li malên xwe û herêmên xwe veşêrin û bi sedan kîlomîtreyan tên û welatiyên resen ên Efrînê dikujin û mal û milkên wan di bin sîwana dagirkerê Tirk de desteser bikin.

Nivîskar Şêrzad Yezîdî di dawiya gotara xwe de wiha dibêje: “Qurbanî ku nûnertiya desthilatdar dike û bi temamî xwe dişibîne wê… ev dîmenên niştecîkirina kesên ji Xota û ji bilî Xota hatine li Efrînê bi cih bûne şîrove dike.”