Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

ŞERVANEKÎ YPG’Ê DI ENCAMA QEZAYEKÊ DE ŞEHÎD BÛ

336

Tureya Rojava ya Nûçeyan

YPG’ê eşkera kir ku şervanê wan ê bi navê Serdar Tolhildan dema ku li Girkê Legê bi erka xwe radibû, di encama qezayekê de şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyeke nivîskî da û tê de diyar kir ku şervanê wan ê bi navê Mahîr Îbî (Serdar Tolhildan) dema ku li bajarokê Rimêlan ê girêdayî Girkê Legê bi erka xwe radibû, di encama qezayekê de şehîd bûye. Daxuyaniya YPG’ê wiha ye:

 

“Rêhevalê me Serdar Tolhildan ku li bajarokê Rimêlan yê girêdayî Girkê Legê erk û peywirên xwe pêk dianî, roja 1’ê Mijdarê di encama qezayekê de gihîşt şehadetê.

 

Rêheval Serdar ku li bajarê Kobanê ji dayik bûye, di temenê xwe yê ciwantiyê de berpirsyariya parastina welat wek erka bicihanîna yekemîn dît û barê şoreşê ku diket ser milê hemû mirovên ku li ser vê axê dijîn, girt ser xwe. Di têkoşîna xwe ya şoreşgerî de bi van hest û rastiyan tev geriya û heya dawiyê jî tê koşiya.

 

Em di serî de ji malbata şehîd û tevahî gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û hemû şehîdên me yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê bîranînên rêhevalê me yê şehîd di têkoşîna xwe de bidin jiyandin û soza serkeftina pêkanîna azadiya gelê me careke din nû dikin.

 

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye;

 

*****

 

Nasnav: Serdar Tolhildan

 

Nav û Paşnav: Mahir Îbî

 

Navê Dayikê: Nazli

 

Navê Bav: Mihemed

 

Cihê Jidayikbûnê: Kobanê

 

Cih û Dîroka Şehadetê: Rimêlan / 1 Mijdar 2018”

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG | 7’ê Mijdarê 2018