Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

SERHILDANA 12’Ê ADARÊ TÊ SİLAV KİRİN

24

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Îro, 12‘ê Adarê salvegera 14‘emîn a serhildana gelê Rojava ya li hemberî komployên rêjîma Sûriyê û dewleta Tirk a dagirker e. Gelê Kurd komployên têkbirina îradeya wan û derxistina tevliheviyê di navbera gelên herêmê de vala derxist û bi baweriyekê bi hêza xwe ya rêxistinî û bîrdozî sîstemeke nû saz kir.

Di 12’ê Adara sala 2004’an de rêjîma Sûriyê, piştî ku bi dewleta Tirkiyê li hev kir û pîlana vê yek danîn, xwest derbeyekê li Kurdên Rojavayê Kurdistanê bixe.

Di wê rojê de li bajarê Qamişlo di navbera tîma Cîhad a Qamişlo û tîma Fitiwê ya Dêrazorê de maça futbolê hat lîstin. Lê dema lîstikvan û gel derbasî stadyumê bûn, komên nîjadperest ku ji berê de ji aliyê rejîma Baas ve hatibûn erkdarkirin, dirûşmeyên li dijî gelê Kurd berz kirin. Li gel dirûşmeyan jî bi keviran êrîşî Kurdan kirin. Polîs û leşkerên rejîmê hemwext êrîş pêk anîn û hemû deriyên stadyumê girtin.

Li ser vê yekê Kurdan jî parastina xwe kir û di hawara welatiyên di stadyumê de asê me çûn. Di encama van êrîşan û gulebarana hêzên rejîmê de bi dehan kesan şehîd bûn, bi sedan jî  birîndar bûn.

Piştî êrîşan li seranserî Rojava serhildan rabûn.

Çima tê gotin ku destê Tirkiyê di komkujiya 12‘ê Adara 2004‘an de ye?

Di sala 1999‘an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtin, ji ber ku piraniya kurdên li Rojava û Sûriyê, xwedî li fikirê Ocalan derketiyê, Tirkiyê texmîn kir ku wê piştî girtina Ocalan derbe li gelê Kurd û Tevgera Rizgariya Kurdistanê li Tirkiyê bixe, lê texmînên wê ne di cihê xwe de bûn.

Beriya wê yekê jî, Tirkiyê û rêjîma Sûriyê peymana Edene sala 1998‘an de li djiî gelê Kurd ê Sûriyê îmze kirin. Li gorî peymana Edene, rêjîma Sûriyê  siyaseteke qirêj, ji inkarkirin, birçîkirn û koçberkirinê li dijî gelê Kurd pêk anî. Ji ber van siyasetan bi sedhezaran Kurd ji cihê xwe koçberî Şam, Helebê û herêmên mezin ên Sûriyê hatin kirin.

Texmîn kirin derbeyek li gelê Kurd da, serhilan rabûn

Komploya mezin a ku rêjîma Baas a Sûriyê û hikûmeta Tirkiyê li dijî gelê Kurd amade kirine, li Qamişlo di maça di navbera tîmên Cîhan û Fitiwê hate pîlankirin.

Dema ku xelk derbasî stadê dibûn, polîsên rêjîma Baasê tenê Kurd kontrol dikirin. Lê belê hezkiriyên tîma El-Fitiwê nedihatin kontrolkirin û wiha derbasî stadê bûn. Di destê wan de kevir, dar û kêr hebû, polîsan dîtîn jî û dengê xwe nekirin. Di destê wan de depoyên avê hebûn, lê paşê derket holê ku li şûna avê kevir û hesin di wan depoyan de hebûn.

Hezkiriyên tîma El-Fitiwê yên ku ji Dêrazorê derbasî stadê bûn û dirûşmeyên li dijî kurd û serokên wê beriz kirin, paşê dest bi avêtina keviran kirin. Kevir diavêtin hezkiriyên tîma Cîhad.

Piştî ku agahî belav bûn, bi sedan ciwanên Kurd berê xwe dana stadê ,tevî ku hêzên rêjîmê nehiştin derbasî stadê bibin, di ser dîwaran derbas bûn û mûdaxele kirin.

Piştî ku ciwanên kurd derbasî stadê bûn, hêzên rêjîmê bi hinceta alîgirên tîma Fitiwê ne mûdaxele kirin û bi vî awayî pevçûn rû dan. Berpirsê parêzgeha Hesekê di wê demê de Selîm Kebûl bû, fermana da ku gule li kurdan bireşînin, ji ber vê yekê hejmarek sivîlên kurd şehîd û birîndar bûn.

Di 13‘ê Adara heman salê de, zêdeyî 200 hezar kurd bi armanca ku şehîdên komkujiyê oxir bikin daketin qadan. Cenazeyên şehîdan bi al û sembolên Kurd hatibû pêçandin, pêxwasên rêjîmê ferman dan ku alên kurdî li ser cenzeyan rakin, lê kurdan qebûl nekirin, Hêzên Ewlekariyê cardin gule reşandin, ji ber vê yekê şehîdên din çêbûn.

Merasîmê oxirkirina şehîdan veguherî serhildanê. Bi sedhezaran serhildêr daketin qadan û navendên rêjîma Baas û saziyên ewlehiyê, hedef girtin û şewitandin, her wiha peykerê Serokê Berê yê Sûriyê Hafiz El-Esed jî rûxandin.

Pêxwasên rêjîmê li dijî serhildana gel, tank û topên xwe derbasî herêmên kurdan kirin û hemleyeke girtinê li dijî kurdan da destpêkirin, û hejmarek jin, zilam û ciwanên Kurd girtin û di girtîgehan de bi awayekî hovane îşkence kirin.

Serhildana ku çirûska wê li Qamişlo hate vêxistin, li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, Şam û Heleb belav bû. Her wiha Kurdên li Ewropa û Emerîkayê daketin kolanan û banga serbestberdana girtiyan kirin.

Bi efûyekê ji serokê Sûriyê hin girtî serbest hatin berdan, lê hin din jî hîna çarenûsa wan ne diyar e wekî Endama Kongreya Star Nazlê Hesen Keçel.

Ji encamên serildanê, Serokê Sûriyê cara yekmîn îtîraf bi hebûna Kurdên li Sûriyê kir ku di kenala El-Cezîrê ya Qeterê de gotibû ku Kurd beşeke ji gelê Sûriyê û soz da ku ew ê nasnameya Sûrî bide wan.

Di wê demê de, weşana kenala Kurd ROJ.TV ku nûçeyên serhildana Qamişlo belav dikir û polîtîkeyên rêjîma Baas teşhîr dikir hate girtin.

Ji berhemên ditir ên serhildana Qamişlo, bingeha avakirina hêzeke leşkerî kurdî li Rojava û Sûriyê hate dayîn, di vê çarçoveyê de komên biçûk bi awayekî veşartî hatin avakirin û bi destpêka Şoreşa Rojava re ev komanan bi navê YPG‘ê fermî hate îlankirin.

Şoreşa 19‘ê Tîrmehê bingeha Serhildana 12‘ê Adarê ye

Piştî ku pîlana 12‘ê Adarê ya 2004‘an de vala hate derxistin, gelê Kurd careke din rabû ser piyan û bi bawriyeke mezin ji nû ve xwe bi rêxistin kir. Bi wê îradeyê YPG‘ê hate avakirin. Di 19‘ê Tîrmeha sala 2012‘an de çirûska Şoreşa Rojava hate pêxistin, hermên kurd ên Rojava û Bakurê ji rêjîmê hatin rizgarkirin. Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin herêmên kurdan ji rêjîmê rizgar kirin, gelê Kurd ê li Sûriyê bi gelên din ên herêmê re ji nû ve sîstemeke saz kirin û xwe di nava meclîs û rêveberên herêmî de  li ser bingehê jiyana hevbeş bi rêxistin kirin.

Ji serhildana 12‘ê Adarê ber bi projeya demokratîkbûyîna Sûriyê ve

Piştî rizgarkirina Rojava û Bakurê Sûriyê ji rêjîma Baas, di sala 2014‘an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  hate ragihandin, paşê jî di sala 2016‘an de Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê hate îlankirin, bi vê yekê êdî li Rojava û Bakurê Sûriyê sîstemeke ku bingeha peyadkirina çareseriyê ji bo aloziya Sûriyê ye pêk.