Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

(ROJA TEKOŞÎNA LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK JI XAKA KURDISTANÊ RE)DE ÎRO LI BAJARÊ KOBANÊ KOM BÛN.

6

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Bi hezaran welatiyên Girê Spî, Ên Îsa, Sirîn û Kobanê di çarçoveya çalakiyên 26’ê Gulanê (Roja tekoşîna li dijî dagirkeriya Tirk ji xaka Kurdistanê re)de  îro li bajarê Kobanê kom bûn.

Bi hezaran welatiyên herêma Firatê di çarçoveya çalakiya 26’ê Gulanê li meydana Jinên Azad a Kobanê kom bûn. Ji vir girseya ku bê navber diruşme beriz dikirin, ber bi Meydana Şehîd Egîd ve dimeşin.

Meşvanan pankartên bi nivîsên li dijî dagirkeriya Tirkiy û siyastên wan derbarê gelê kurd, her wiha bê navber li dijî kiryarên dewleta Tirk ji qetilkirina zarokan û guhertina demokrafî ya li Efrînê beriz dikirin.

Rêveberên saziyên civakî, Saziyên Rêveberiya Xweser a Kobanê, Fedarliya Barkurê Sûriyê, partiyên siyasî jî tevlî meşê bûne. Di heman demê de rûspiyên herêmê û nûnerên eşîrên ereban jî beşdarî meşê bûne. Meşa Kobanê bi diruşmeya “Na ji bêdengiya navdewletî beranberî guhertina demokrafî ya li Efrînê re” hate lidarxistin.

Tê payîn ku meşvanên ber bi Meydana Şehîd Egîd ve dimeşin, li meydanê kom bibin û axaftin werin kirin.

Di heman çarçoveyê de li gelek bajarên cîhanê dê meş werin lidarxistin.