Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

REŞNIVÎSA ZAGONA KAR LI REBQAYÊ HATIYE AMADEKIRIN

23

Toreya Rojava ya Nûçeyan

Komîteya Qanûnî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê pirojeya biryara karkeran bi dawî kir da ku di Meclîsa Zagonsaz de were nîqaşkirin

Çavkaniyeke ji Komîteya Qanûnî diyar kir ku pirojeya wan a karkeran wê bingeha rêxistinkirina kar li ser asta herêma Teqbayê destnîşan bike, her wiha wê parstina mafê karkeran bike.

 

Heman çavkanî destnîşan kir ku naveroka biryara wan li gorî rewşa herêmê ya heyî hatiye destnîşankirin, her wiha da diyarkirin ku hemû gilî û daxwazên çavkaniyên wan karkerin di ber çavan re hatiye destgirtin.

 

Ji ber metirsînên zêde ku karkerên di hin saziyên giştî de wekî Şirketa Ceyranê, Werşeyên avakirinê, hesnikarî yên di beşê giştî de xala misogerkirina tenduristî jî hatiye destnîşankirin, dermankirina karkeran dema çi ziyan pêk tê, tê destnîşankirin.

 

Di pirojeyê de her wiha mafê  bicihkirina  karkeran di saziyan de tê destnîşankirin, piştî 6 meh xizmeta wan di saziya giştî yan  kargêriyê  de wê were misogerkirin.

 

Heman çavkanî da zanîn ku reşnivîsa biryara wan di encama lêkolînên qanûnên kar û destûrên welatên cîranên Sûriyê wekî Misr, Urdin û Îraqê de pêk hatiye.

 

Tê payîn ku reşnivîs ji aliyê Meclîsa Zagonsaz ve di nava çend rojan de were nîqaşkirin. Heger hate erêkirin, wê heman komîte wê bendên wê careke din lêkolîn bikin..