Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

RASTIYA HÊZÊN KU LI SER XAKA SÛRIYÊ ŞER DIKIN, DERDIKEVE HOLE.

22

Ajansa Rojava ya Nûçeyan

Di herêmên ku hêzên QSD’ê rizgar dike de rojane rastiya hêzên ku li ser xaka Sûriyê şer dikin, derdikeve hole. Ev rastî ji ailyê çeteyên ku têne girtin têne rêzkirin. Çeteyê bi navê Xalid Ehmed El-Dehrî ku xebatên ragîhandinê li gel DAIŞ’ê dikir eşkere kir ku Tirkiyê di riya komên çete yên navê Artêşa Azad lixwe dikin, piştgirî dida çeteyên DAIŞ’ê

Piştî bajarê Reqayê ku çeteyên DAIŞ’ê ji xwe re kiribûn wekî paytext û rizgarkirina wê bi destê şervanên QSD’ê çeteyên DAIŞ’ê yên li vî bajarî bûn li gelek cihan belav bûn. ÇEteyên ku li şûna hin rêjîman û di serî de dewleta Tirk şer dikirin û derbasî Bakruê Sûriyê dibûn. Ji ber wê dewleta Tirk dixwaze ji hemû aliyan re nîşan bide ku pêşvebirina şer û insyatîfa wê di destê wan de ye.

Endamê Ragîhandina çeteyên DAIŞ’ê ku di riya wê re banga cîhadê dikirin pêk hat diyar kirin ku di navbera DAIŞ’ê, Tirkiyê û komên navê Arêtşa Azad lixwe dikirin, li gelek deverên Sûriyê gelek lihevkirin  dihatin kirin

Xalid Ehmed El-Dehrî ku ji erebistana Siûdiyê ye niha li gel Hêzên QSD’ê hatiye girtin rastiya itîfaqên wan eşkere kir û got ku têkiliyên bazirganî di navbera hikûmeta Tirkiyê û DAIŞ’ê de pêk dihat û ev tişt anî ziman: “bazirganiya di navbera wan di riya komên ku navê Artêşa Azad lixwe dikirin, pêk hat. Piştî ku hêzên QSD’ê herêmek sînor a berfireh ji çeteyan rizgar kir xebatên wan bûn di riya herêmên Idlibê re pêk dihat

El-Duherî ev tişt anî ziman: ” Di navbera wan de tu pirsgirêk dernediket. Di dema ku her kesî ji bo tunekirina DAIŞ’ê şer dikir, dewleta Tirk û Artêşa Azad ji bo xurtkirina DAIŞ’ê li Sûriyê û Îraqê kar dikir

Di vê yekê de diyar dibe ku komên ku navê Arêtşa Azad lixwe dikin wekî çeteyên DAIŞ’ê ne û tu cûdahî di navbera wan de nine. Herdû jî ji bo berjewendiyên dewleta Tirk şerê gelê Sûriyê û şoreşa wî dikin. Vê carê jî şerê xwe birine Efrînê û êrîşî wir dikin