Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

PARÊZERÊN OCALAN JI BO HEVDÎTINÊ CARA 747‘AN SERLÊDAN KIRIN

349

Toreya Rojava ya Nûçeyan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku biçin Girava Îmraliyê cara 747’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan Ebrû Gunay, Mazlûm Dînç û Mûharrem Şahîn ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

 

747 serîlêdanên parêzeran ên ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve, bi hincetên kêfî hatibû redkirin. Bi salan hincetên wekî ‘rewşa hewayê’, ‘koster xerabe ye’, ‘koster tê tamîrkirin’ hate nîşandan û piştî sala 2016’an jî hinceta ‘Rewşa Awarte’ li van hincetan hate zêdekirin