Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

NÊRÎNÊN ŞÊNIYÊN KOBANÊ JI BO HILBIJARTINÊN TIRKIYÊ

532

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Serokomarê Tirk û serokê AKP’ê Receb Tayîb Erdogan, hilbijartinên Tirkiyê ji bo 24 Hezîranê pêşdexist.

Çavdêr dibêjin ku Erdogan dixwaze ji neamadebûna opozîsyonê ji hilbijartinan re sûd bigire û pergala serweriya Tirkyê ji Komariyê veguhêze deshilatdariyê.

Şêniyên Kobanê ji gelên Tirkiyê re name şandin û têde ji gel daxwaz kirin ku dengdan ji bo xwe bi karbînin.

Fîras Qasimlo girêdayî mijarê wiha got: “beriya ragihandina pêşxistina hilbijartinan û ji tirsa dewleta Tirk ku gel dengê xwe bidin Partiya HDP’ê, Hevserokê HDP’ê Selahdîn Demîrtaş girt. Ji ber ku armanca pergal û siyaseta Erdogan a dirêj fetsandina gel ji hemî aliyên jiyanê ve ye. Ew jî dê bi xwe re aloziya Tirkyê kurtir bike”.

Ebdulqadêr Mihemed diyar kir ku Erdogan ji bo parastina desthilatdariya xwe li herêmê şer û komkujiyan dike.

Erdogan ji bo hemleya xwe behsa şerên nû li Sûriyeyê dike , çavdêr dibînin ku ji ber siyaseta Erdogan a derve dê Tirkiyê bikeve aloziyek  aborî ya ji niha kurtir.

Welatiya bi navê Yaşêr Mihemed di derbarê heman mijarê de wiha anî ziman: “armanca ragihandina pêşxistina hilbijartinan ew e ku Erdogan parastina desthilatdariya xwe ya faşîst her wiha binpêkirinên xwe li Kurdistanê bidomîne ye”.

Yaşêr hêvî kir ku gelên Tirkiyê dengê xwe nedin Erdogan. Ji ber ku eger Erdogan biserket dê bibe metirsiyek li ser cîhanê û bi taybet li ser gelê Kurd.