Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

MECLISA XWE AVA KIRIN Û KUŞTINA EL-HIWÊDÎ ŞERMEZAR KIRIN

22

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Meclisa Sûriyeya Demokratîk ya Buroya Helebê bi civînekê Mecilsa Rûspiyan ava kir. Rûspiyan  piştî civînê têkildarî kuştina Şêx El-Hiwêdî daxuyanî dan

Civîn bi armanca avakirina Meclisa Rûspiyên taxa Şêxmeqsûd  li avahiya MSD‘ê ya beşê rojhilatê taxê hate lidarxistin. Bi dehan rûspî û endamên MSD‘ê di civînê de hazir bûn.

 

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endama Meclisa Siyasî ya MSD‘ê Fehîma Hemo û Serokê Buroya Rêxistinî ya MSD‘ê Bedran Hemo axivî û rola rûspiyan û girîngiya avakirina meclisa rûspiyên taxê destnîşan kir.

 

Piştî civînê, hilbijartin pêk hatin. Di encamê de 8 endamên Meclisa Rûspiyan ku ji jin û zilam di nav de berdevê meclisê hatin hilbijartin.

 

Piştî civînê rûspiyan têkildarî kuştina Şêx Beşîr Feysel El-Hiwêdî daxuyanî dan. Daxuyanî ji hêla Şêx Elî El-Hesen ve hate xwendin.

 

Di daxuyaniyê de êrîşên hatine gotin ku armanca ji kuştina Şêx Feysel El-Hiwêdî fitin û tevliheviyê di navbera gelên herêmên de were derxistin û destkeftiyên hatein qezenckirin têk bibin û wiha hate gotin: “Wekî rûspiyên taxa Şêxmeqsûd em kuştina Şêx Beşîr Feysel El-Hiwêdê şermezar dikin û bang li aliyên têkildar dikin ku kesên li pey vê buyerê eşkere bikin û darezînin.