Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

LI TEBQAYÊ BUROYA PARTIYA SÛRIYEYA PÊŞEROJÊ HATE VEKIRIN

16

Tureya Rojava ya Nûçeyan

 

 

Partiya Sûriyeya Pêşerojê, duh li Taxa Duyemîn a bajarê Tebqayê buroya xwe vekir. Şêniyên bajêr, endamên saziyên sivîl ên Tebqayê, delege, nûnerên sazî û partiyên siyasî yên Bakurê Sûriyê tev li şahiyê bûn.

 

Di şahiyê de endamê partiyê Îbrahîm Midewer axivî û xêrhatina beşdaran kir.

 

Paşê serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan axivî û vekirina buroyê pîroz kir û got ew bi hêvî ye ku partiya wan hemû gelê Sûriyeyê hembêz bike û bibe çavkaniya ku gelê Sûriyeyê pîvanên pakrewanên mîna Umer Elûş.

 

Ji aliyê xwe ve serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê yê şaxa Tebqayê Mûsena Abdulkerîm diyar kir ku ew di Roja Aştiyê ya Cîhanê de buroya xwe bi dirûşma “Bes e kuştin, bes e hilweşandin û bes e koçberî” vedikin.

 

Her wiha hevserokê Meclisa Zagonsaz a Tebqayê Hamid El-Ferec axivî û kêfxweşiya xwe bi vekirina buroya partiyê diyar kir û got ew bi hêvî ye roniya Partiya Sûriyeya Pêşerojê derbasî her malekê bibe û li hemberî dijminên jiyanê ku li ser xaka Sûriyeyê û bi taybet li Efrînê kiryarên hovane dikin, bisekine.

 

Di dawiyê de deriyê buroyê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate vekirin