Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

LI SER RÊYA PETROLÊ QEZAYA TRAFÎKÊ

162

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Li ser Rêya Petrolê erebeyekê li zarokekî 7 salî da û di encamê de zarok jiyana xwe ji dest da

Îro di saetên sibê de li nêzî gundê El-Keîd li pêşiya kargeha bilûkan a gundê Salihiyê li ser Rêya Petrolê erebeyekê li zarokê bi navê Mihemed Mehmûd El-Xaûr (7) da. Di encama wê de zarok jiyana xwe ji dest da û ajokar ber bi navçeya Til Berek ve reviya.

 

Hêzên Asayîşê dest bi lêkolînê kir da ku cureya erebeyê nas bikin.

 

Di demên dawîn de li ser Rêya Petrolê qezayên trafîkê ji ber xirabûna rê zêde bûne.

 

Hêjaye bibîrxistinê ye ku duh jî li ser Rêya Petrolê ya başûrê navçeya Til Berek a kantona Qamişlo qezayek çêbû, di encama wê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn