Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

LI REQAYÊ 700 REWŞÊN ASTENGDAR HATIN TOMARKIRIN

38

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Li gorî Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê, wan 700 rewşên astengdariya derûnî û bedenî tomar kirine. Piraniya wan qutbûna dest û lingan in.

.

Çeteyên DAIŞ`ê ne tenê avahî wêran kirin, lê belê ji ber kirinên wan şêniyên Reqayê bi astengiyên bedenî û derûnî yên domdar re rû bi rû mane. Gelek şêniyên Reqayê ji ber qutbûna dest an lingên wan bê kar mane. Zarokan jî para mezin ji astengdariyên derûnî girt. Ji ber temaşekirina binpêkirinên DAIŞ`ê der heqê şêniyan de gelek zarok di axaftinê de û ji ber tirsê astengiyan dikişînin

Li gorî Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ji bilî haletên astengdariyên derûnî, rêjeya astengdariya dest û lingan gihaşt 700 kesan.

Li gorî belgeyên tomarkirinê yên komîteyê sedema piraniya astengdariyên lingan mayinên DAIŞ`ê bûn. Di dema serweriya DAIŞ`ê li herêmê de, çeteyan bi armanca tirsandina welatiyan û bi gelek hincetan, destên şêniyan an bi şûr an jî bi satûran qut dikirin.

Astengdariya derûnî ya herî xeternak e. Çeteyan bi zanabûn darvekirinên meydanî pêk dianîn û her wiha bi darê zorê şênî lê didan temaşekirin. Ew jî zexteke derûnî li şêniyan û bi taybet li zarokan kir. Gelek zarokên ku li Komîteya Tenduristiyê hatin tomarkirin, nikarin biaxivin..

.