Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

LI MINBICÊ EREBEYEK TEQIYA QURBANIYEK HEYE

37

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Îro di saetên serê sibê de li bajarê Minbicê erebeyek teqiya û ajokarê wê tê de jiyana xwe ji dest da.

Îro saet  di 7:30`an de li Çerxerêya El-Sebî Behrant a bajarê Minbicê erebeyek teqiya û ajokarê erebeyê Abdulrehman Îbrahîm El-Mihemed bi giranî birîndar bû. Mihemed ji bo tedawiyê rakirin nexweşaneyeke li Minbicê lê ji ber birînên wî giran bû, jiyana xwe ji dest da.

 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn yekser berê xwe da cihê bûyerê, cihê bûyerê dorpêç kir û ajokarê erebeyê rakirin nexweşxaneyê. Pîştî lêkolînên destpêkê hate diyarkirin ku teqîn ji ber bombeyekê ku di erebeyê de hatibûn bicihkirin, çêbûye. Di encama wê de welatiyê bi navê Abdulrehman Îbrahîm El-Mihemed jiyana xwe ji dest da.

 

Der barê bûyerê de lêkolîn berdewam dike