Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

LI KAMERÛNÊ BI DEHAN XWENDEKAR Û MAMOSTE HATIN GIRTIN

FILE PHOTO: A Cameroonian elite Rapid Intervention Battalion (BIR) member walks past a burnt car while patroling in the city of Buea in the anglophone southwest region, Cameroon October 4, 2018. Picture taken October 4, 2018.REUTERS/Zohra Bensemra/File Photo
331

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Li Kamerûnê ku ji ber hilbijartina serokdewletiyê alozî hîn dewam dike, bi dehan xwendekar hatin revandin. Tevgerên alîgirê serxwebûnê yên li herêmên bi zimanê Îngilîzî dimînin, tên sûcdarkirin.

.

Çekdarên  ku  navê Ebna Ambayê  li xwe kirine, sala çûyî li herêma ku bi ingilîzî diaxivin li dijî serokê hikumetê ku bi fransî diaxive derketin, da ku dewleteke serbixwe ava bikin.

Hate ragihandin, li paytexta herêma Nord Oûest Bamendayê ku li bakurê rojhilat ê Kamerûnê ye, herî kêm 79 xwendekar li dibistaneke navîn hatine revandin. Bûyer roja Yekşemê rû da û  rêveberê  dibistanê, mamosteyek û ajokarê servîsê di nav de hene.

Tê gotin, kesên çekdar xwendekar revandine û karê ji bo dîtina xwendekaran dewam dike.