Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

LI HERÊMÊN DI BIN DAGIRKERIYA TIRKIYÊ DE MADEYÊN HIŞBIRÊ PIR BÛNE

35

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê eşkere kir ku li herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de firotina madeyên hişbirê û madeya “heşîş” zêde bûye û tişta balkêş ew e ku veguhastina wan bi rêya ambulansên Heyva Sor a Sûriyeyê pêk tê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê eşkere kir ku agahî ji çavkaniyên pêbawer wergirtine ku çalakiyên firotina madeyên hişbirê li herêmên Bakurê Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de zêde bûye.

 

Navendê diyar kir ku tişta ku mirov matmayî dimîne ew e ku veguhastin û bazirganiya van madeyên hişbirê bi rêya ambulansên Heyva Sor a Sûriyeyê pêk tê.

 

Kadroyên tenduristiyê yên gundewarên bakurê rojhilatê Helebê ku di bin serweriya çeteyên Mertalê Firatê ya girêdayî dagirkeriya Tirkiyê de ne, diyar kirin ku çavdêrên rewşa tenduristiyê di belavkirina van madeyên hişbirê de dixebitin.

 

Çavkaniyên pêbawer ji navendê re diyar kir ku ambulansên girêdayî Heyva Sor a Sûriyeyê ku di dergeha Keleha El-Medîq re derbasî Idlibê dibin, beriya nêzî 3 heftyan derbasî bajarê Babê yê gundewarên rojhilatê Helebê bûne, piştî ku di herêmên Idlib, Efrîn û Ezazê re derbas bûn. Çavkaniyan diyar kir ku 9 amblans hatine û ji wan tenê 7 hatine lêkolînkirin.

 

Çavkaniyan da zanîn ku di van her du ambulansan de madeyên hişbirê hebûn û karmendekî karibû bi awayekî veşartî çavdêriya van her du ambulansan bike û rêveberiya nexweşxaneyê agahdar kiriye. Lê mijar ji destan derketibû ji ber ku her du ambulans ji devera wan derketibûn.

 

Çavkaniyan diyar kir ku tabûran El-Hemzê rêya van ambulansan hêsan kiriye piştî ku miqdareke pere wergirtiye.