Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

LI GIRÊ SPÎ LI DIJÎ TIRKIYÊ XWEPÊŞANDAN

????????????????????????????????????
36

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Bi hezaran welatiyên Girê Spî û gundewarê wê li dijî êrîşên artêşa Tirk li Bakurê Sûriyeyê xwepêşandanek lidar xistin.

Di çarçoveya helwestên li dijî êrîşîn artêşa Tirk a dagirker li herêmên Kobanê û Girî Spî de, bi hezaran welatiyên kantona Girê Spî li çerxeriya El-Qefes a bajêr kom bûn û xwepêşandanek lidar xistin.

hat  Diyarkirin  ku xwepêşandêr dê ber bi çerxeriya El-Elem ve biherike û li vir rayedar û rûspiyên eşîrên herêm dê axaftinên xwe bikin.

Xwepêşandêran pankartên bi nivîsên weke “destdirêjiya Tirkiyê û terora wê ferq û cûdahiyê naxe navbera kesan, gelo sûcê Sara çi ye, pêkhateyên Sûriyê bi yek dengî dibêjin ji destdirêjiya Tirkiyeyê re na, em zarok in bihêlin em bi aştî mezin bibin û me nekujin, bêdengiya navnetewî kuştina zarokan rewa dike” bilind kirin.

 

Xwepêşandêran durişmeyên weke hilweşe rêjîma kujerê zarokan Erdogan, ji dagirkeriya Tirkiyeyê re na qîriyan