Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

LI EMERÎKA 2 JINÊN MISILMAN BÛN ENDAMÊN ENCÛMENA NÛNERAN

15

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Bi awayekî serkeftî, Îlham Umer û Reşîde Telîb weke du jinên misilman bûne endamê Encûmena Nûneran a Amerîkayê.

Di hilbijartina Kongresê de du jinên Misilman karîn serkeftinê bidest bixin û bibin endamê Encûmenê Nûneran.

Berbijêra Misilman Îlham Umer ku bi esil Somalî ye li eyaleta Minnesota û Berbijêra Misilman Reşîde Telîb a bi esil Filistînî li eyaleta Michigan karîn serkeftinê bidest bixin û bibin endamên Encûmena Nûneran.

 

Hejmareke berçav a koçberên Somalî li wilayeta Minnesota û çend bajarên din piranî ne. Niha dibe nûnertiya Somaliyan li Washingtonê hebe. Derbarê Filistîniyan de jî, li bajarê Dearborn ê wilayeta Michigan nêzîka nîv milyon Misilman hene bi awayekî ku ew bajar wek paytexta Misilmanan li Amerîkaya Bakur tê binavkirin; beşeke zêde ya Misilmanên vê wilayetê jî dengê xwe dan berbijêra bi esil Filistînî.

 

Herdu berbijêrên serkeftî ji aliyê demokratan ve hatibûn berbijêrkirin.