Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

LI DIRBÊSIYÊ NEXWEŞIYA TÎFO BELAV BÛYE

373

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Nexweşiya  Tîfo ji nexweşiyên  ku jê tê vegirtin û di ji veyrûsê  El-salamonêla  çê  dibe  herwiha  di rêya xwarin  û ava nepaqij  re  ku   verûs têde  heye  tê   veguhestin .Tîfo ji  10-15 rojan  dom dike û dermankirina wê  li gorî pileya  nexweşiyê ku ji 30-350 û bi jor de ye.

Ev nexweşî  di dema  dawî  de bi awayekî  berfireh di nava welatiyên Dirbêsiyê  ya girêdayî   kantona  Hesekê de belav bûye .kesên ku bi vê nexweşiyê dikevin  sistbûna laş,qutbûna ji xwarinê,êşa serî û hestiyan herwiha pileya zêde  ji germahiyê li wan xuya dike .li gorî gotina D.Ridwan şêxî  rojane  bi  dehan nexweş  berê xwe didin serdangeha wî . Şêxî Der barê mijarê de,got ku em jî wan dişînin mexberên tenduristiyê ku xwîna xwe tehlîl bikin û tedbîrên pêwîst bistînin.”

Şêxî diyar  kir  ji her kesê ku nîşaneyên nexweşiyê lê derdikevin xwe biparêze û tedbîran bigre, ji ber ku eger pileya nexweşiyê bilind bibe ew ê jiyana xwe ji dest bide.