Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

LI BAJAROKA GIRBAWÎ NAVENDA TENDÛRISTIYÊ HATE VEKIRIN

????????????????????????????????????
11

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Desteya Tendûristiyê ya kantona Cizîrê ji ber ku li bajaroka Girbawî û gundên derdora wê tu navendên tendûristiyê tune ne û ji ber ku bajarok ji bajarê Qamişlo dûre, îro li bajarok navenda tendûristiyê vekir da ku zehmetiyên şêniyan kêm bike. Navenda tendûristiyê bê per welatiyan wê derman bike.

 

Merasîma vekirina navendê bi rêzgirtin destpê kir. Paşê deriyê navednê ji aliyê xwişka  şehîd Hebûn ve hate vekirin.

 

Bijîşkê bi navê Aras Abdullwehab got navenda tendûristiyê ya bajaroka Girbawî amade ye ku hemû nexweşên bajarok û gundewarên wê pêşwazî bike û destnîşan kir ku dê navend derman û xizmetên tendûristî bê pere ji şêniyan re pêşkêş bike.

 

Abdullwehab diyar kir ku di navendê dê de bijîşkê zarokan, guh, qirik û hundirîn heye. Abdullwehab di axaftina xwe de got armanca vekirina navendê xizmeta şêniyên Girbawî û gundewarên wê ku ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve hatibûn paşguhkirine, her wiha ji bo ku zehmetiyên şêniyan di çûn û hatinê de kêm bibe.

 

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Silêman Ehmed Osman diyar kir ku vekirina navenda tendûristiyê dê sûda wê li şêniyan hebe, ji ber ku bajaroka Girbawî ji bajarê Qamişlo dûr e  pêwîstiya wan bi destwerdanên lezgîn heye.

 

Osman destnîşan kir ku dê navend roleke erênî li şêniyên herêmê bilîze.