Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

LI BAJARÊ KOBANÊ DI DEMÊN DAWÎ DE PIRSGIRÊKA CÛDABÛNA BUHAYÊN MADEYAN LI BAZARAN DERKETIYE

????????????????????????????????????
23

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Li bajarê Kobanê yê herêma Firatê, di demên dawî de pirsgirêka cûdabûna buhayên madeyan li bazaran derketiye. Ev yek cihê gilî û gazincên welatiyan. Welatî sedama vê yê spartin ku “Rêveberiya Zimhêre bazaran kontrol nake.”

Welatî: Rêveberiya Zimhêrê misyona xwe baş bi cih nayîne

Şêniyên bajarê Kobanê diyar kir ku buhayê madeya carnan bilind e û carnan jî kêm dibe, mînak buhayê hin cûreyên zebzeyan ên li kantonê têne çandin kêm e, lê madeyên din wekî cil û madeyên avakirinê buhayên wan bilind in.

Dîsa jî welatî vê pirsgirêkê ber çavan derbas dikin, di gel ambargoyê hatiye li ser kantonê.

Lê cûdabûna nirxên madayan li dukanan bûye cihê gilê û gazincan û berpirsyartiya vê pirsgirêkê digirin ser Rêveberiya Zimhêrê ku erka xwe baş bi cih nayîne.

Rêveberiya Zimhêrê: Em ê bê navber bixebitin da ku vê pirgirêk çareser bikin

Derbarê mijarê, Hevserokê Mûdîriyeta Zimhêrê Ehmed Daban got, “Ji serê sale ve me buhayê madeyan diyar kiribû û me li dukanan belav kir.”

Daban destnîşan kir wan gelek welatî girêdayî pirsgirêkê ser li mûdîriyetê dane û giliyên xwe anîn ziman û da zanîn ku sedema cûdabûna buhayan ambargoya li ser Bakurê Sûriyê hatiye ferizkirin, ku di encamê de ku baziran û xwediyên dukanan li gorî xwe firotinê bikin.

Daban, anî ziman ku bazirgan jî bi buhayên cûda pêdiviyên xwe dikirin û wiha dom kir, “Dema bazirgan madeyan dikirîn, ew jî bi buhayên cûda dikirin, fatoriyên kirînê jî li gel wan hene. Ji ber vê yekê her yek li gorî xwe difiroşin. Em jî  di alî de zehmetiyan dikişînin.

Hevserokê Mûdîriyeta Zimhêrê yê Kantona Kobanê Ehmed Daban, diyar kir ku endamên wan ên şopandinê rojane du caran bazaran kontrol dike.