Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

LI AMÛDÊ KONÊ SERSAXIYÊ JI BO MAM ZEKÎ ŞENGALÎ HAT VEGIRTIN

375

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Li navçeya Amûdê ji bo endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî yê ku di encama êrîşa balafirên dewleta Tirk de hate şehîdxistin konê sersaxiyê hate vedan

Konê sersaxiyê li gundê Qezal Çox ê navçeya Amûdê ya herêma Cizîrê ji aliyê Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê ve hate venda

 

Bi sedan Êzidiyên ji Dirbêsiyê, Tirbespiyê, Hesekê û Serêkaniyê, tevlî endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  ji saetên sibehê ve berê xwe dane konê sersaxiyê.

 

Konê sersaxiyê bi wêneyên Zekî Şengalî, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mala Êzidiyan hatibû xemildan.