Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

KONGREYA DAMEZRÎNER A SÛRIYEKE DEMOKRATÎK PIR RENGÎ NE NAVENDÎʺLI REQAYÊ DESTPÊ KIR.

14

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Kongreya Damezrîner a Partiya Sûriyê ya Pêşerojê bi amadebûna siyasetmedarên Kurd, Ereb, Suryan, rûsipiyên êlên Ereb li Bakurê Sûriyê, endamên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokatîk li Bakurê Sûriyê, li Stada El-Firat a bajarê Reqayê destpê kir.

Kongre bi hilbijartina 7 kesan ji bo dîwanê hate destpêkirin.

Li gorî agahiyan ku Komîteya Amadekar a Kongreyê dane, wê belgeya partiyê ku ji aliyê Komîteya Amadarkar ve hatiye amadekirin, were xwendin.

Tê payîn axaftin ji aliyê Meclîsa Sivîl a Reqayê, Desteya Niştimanî ya Erebî, TEV-DEM, Hevbendiya Niştimanî a Kurdî li Sûriyê, Kombûna Çepên Demokratîk û Partiya Yekîtiya Suryanî, werin kirin.