Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

JI ZOZAN ELÛŞ BANGA ALÎKARIYA BI GELÊ EFRÎNÊ RE

20

Toreya Rojava ya Nûçeyan

Hevseroka Buroya Rêxistinên Karûbarê Mirovî ya MSD’ê Zozan Elûş bang li rêxistinan navnetewî kir ku erka xwe beranberî welatiyên Efrînê yên ku ji ber kiryarên artêşa Tikr a dagirker û çeteyên wê warên xwe terik kirine, bi cih bîne.

Hevseroka Buroya Rêxistinên Karûbarê Mirovî ya MSD’ê Zozan Elûş derabrê rewşa sivîlên Efrînê yên ku ji ber kiriyarên artêşa Tirk û çeteyên wê neçar man warê xwe ku terik bikin ji ajansa  Hawarê  re axivî.

 

Zozan Elûş, bal kişenad ku şêniyên Efrînê di metirsîna ku dewleta Tirk guhertina demografî li herêmê pêk bîn de ne.

 

Hevseroka Buroya Rêxistinên Karûbarê Mirovî ya MSD’ê Zozan Elûş, her wiha da zanîn ku rêxistinên ku alîkariyê didin şêniyên Efrînê pir kêm in û wiha dom kir: “Divê NY, Xaça Sor, Rêxistinên Tenduristî û Komseriya Karûbarên Koçberan a Navdewletî tenê wê karibin alîkariya vê hejmara zêde ya şêniyên Efrînê bike. Lewma banga me ji van rêxistinan re ku erka xwe beranberî welatiyên Efrînê yên rastî êrîşa tunekirinê hatinê ya dewleta Tirk hatine, bikin. Divê erka xwe ya mirovî beranberî sivîlên Efrînê bi cih bîn in