Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

ÎSA HAC MIHEMED KARGEHEKE DIRÛNÊ LI NAVÇEYA ARFAD (TIL RIFEET) VEKIR

7

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Piştî ku bi sedhezaran welatiyên Efrînê ji ber hovîtiya êrîşa artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê li dijî kantona Efrînê neçarî koçberiyê bûn. Welatiyê bi navê Îsa Hac Mihemed karibû maşîneyên xwe yên dirûtinê bi xwe re ji Efrînê derbixîne.

Îsa Hac Mihemed niha bi hevkarî û alîkariya Komîteya Şêwirkarî û Aboriyê kargeheke dirûtinê li navçeya Arfad vebike.

Îsa Hac Mihemed diyar kir ku ew cil û bergên jin û mêran çêdikin û li gundên Şehba difiroşin.

Di vê kargeha dirûtinê de 31 xebatkar dixebitin. Îsa Hac Mihemed ji navçeya Meydankê ye û kargeha wî ya çêkirina cilûbergan li wir bû