Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

HEYVA SOR A KURD LI EFRÎNÊ DI NAVA LIV Û TEVGERÊ DE YE

16

Toreya Rojava ya Nûçeyan

Endamên Heyva Sor a Kurd di nava 24 saetan de ji bo xizmeta welatiyan li ser piyane, welatî ji aliyê Arêtşa Tirk ve têke topbarankirin û jiyana xwe dixin metirsînê da ku pêdiviyên welatiyan pêk bînin

Ji destpêka êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê ku di 20’ê çile de destpê kir, Heyva Sor a Kurd li Efrînê bi hemû endamên xwe ve di nav liv û tevgerê de ne da ku xizmeta welatiyên sivîl ên ji aliyê Artêşa Tirk û çeteyên wê têne bombebarankirin, bikin. Xebatên Heyva Sor di riya noqeteyên tenduristî yên li tevahî navçeya hatine bicihkirin, pêk tê.

Ji destpêka êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Efrînê ku di 20’ê çile de destpê kir, Heyva Sor a Kurd li Efrînê bi hemû endamên xwe ve di nav liv û tevgerê de ne da ku xizmeta welatiyên sivîl ên ji aliyê Artêşa Tirk û çeteyên wê têne bombebarankirin, bikin. Xebatên Heyva Sor di riya noqeteyên tenduristî yên li tevahî navçeya hatine bicihkirin, pêk tê.

Heyva Sor a Kurd li hemû cihan amadeye, ji destpêka êrîşê li ser Efrînê û heta niha jiyana 504 sivîlan ku 76 ji wan zarok in, 67 jin in û 261 zilam in rizgar kirin. Li aliyê din din şîr û pêdiviyên tenduristî jî li welatiyan belav dike. Şêrê zarokan, her wiha derman û pêwîstiyên tenduristî, petanî û pêdiviyên malan li welatyan belav dikin. Heyva Sor heta niha alîkarî li hezar û 28 malbatên ku ji ber bombebaran û topbarana Arêşa Tirk koçber bûne, belav kirine.

Endamên Heyva Sor a Kurd her dem jî li nava welatiyên Efrînê digerin û rewşa wan pirsyar dikin, pêwîstiyên wan ên di aliyê tenduristî de pêk tîn in.

Xebatkarên Heyva Sor li Kampên Rûbar û Şebayê yên li navçeya Şêrawa jî lêkolîn dikin û rewşa koçberan dişopîn in. Komîteyek taybet a Heyva Sor a Kurd li Efrînê birîndarên ji ber bombebaran û topbarana Artêşa Tirk birîndar bûne arşîv dikin. Piştî xebatên wan bi dawî bibe wê ji raya giştî re were eşkerekirin.

Endamê Rêveber ê Heyva Sor a Kurd Emar El-Kurdî derbarê xebatên hatine kirin de got ku ev zêdeyî 50 rojin xebatkarên Heyva Sor ji bo xizmeta welatiyên ziyan ji ber êrîşên Arêaş Tirk dîtine di nava liv û tevgerê de ne û alîkariyan ji wanr e p êşkêş kirin û wiha dom kir: “Em bi hemû hêza xwe di nava liv ûtevgerê de ne da ku em pêdiviyên welatiyan di aliyê tenduristî de pêk bînin. Ji ber rêxistinên mirovî tu alîkariyan pêşkêş nakin û erka xwe ya mirovî pêk nayîn in.”

 

El-Kurdî destnîşan kirk u ew bi Heyva Sor a Kurdistanê re katine têkiliyan de û wiha dom kir: “Wan banga me pêk anîn ku wê alîkariya gelê Efrînê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi hêvî ne ku hemû rêxistinên ku navê mirovî li xwe dikin ku banga me pêk bîn in û alîkariyan ji gelê Efrînê re pêşkêş bikin