Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

HAWÎRDORA FIRATÊ Û BI PEYKER Û TABLOYÊN XWE YÊN HUNERÎ DÎROK Û KEVNEŞOPIYA HERÊMÊ VEDIBÊJE.

238

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Şêwekarê bi navê Cuma Seîd El-Hemo di sala 1968’an de li bajarê Reqayê ji dayîk bûye. Di destpêka salên 80’yî de girîngiyê dide şêwekarî û çêkirina peykeran. Di destpêkê de li ser mermer û kevirên reş şêwekariya xwe dikir.

El-Hemo li rex xwendina xwe ya enstûtiya kehrebeyê şêwekariya xwe dikir û karibû xwe di vî alî de pêş bixîne. Piştî demekê li navenda Hunera Şêwekariyê ya bajarê Reqayê ji sala 1989’an heta 1996’an mamostetiya çêkirina peykeran dike. Her wiha di şîrketên dîkor de jî dixebitî û ji sala 1988’an ve beşdarî gelek pêşangehên salane yên hunermendên Sûriyeyê dibe. El-Hemo beşdarî mîhrîcana El-Badiyê ya yekemîn û duyemîn dibe û gelek kar û xebatên wî li dewletên Ereb û biyanî hene.

Hunermed Cuma El-Hemo weke hemû welatiyên Reqayê rastî zulm û hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê dihat û ji ber xebatên wî yên hunerî gelekî ji aliyê çeteyan ve hatiye girtin û gelek peykerên ku çêkirine ji aliyê çeteyan ve hatine şikandin û desteserkirin. Hin peykerên ku çeteyan desteserkirine derbasî Tirkiyeyê bûne û li wir hatine firotin.

Piştî ku bajarê Reqayê hate rizgarkirin, Meclîsa Sivîl a Reqayê hin peykerên ku El-Hemo çêkirine wergirtin û di hundirê avahiya Meclîsa Sivîl a Reqayê de bi cih kirin. Peykerên ku hatine bicihkirin rewşa şer û wêranê ya li bajarê Reqayê vedibêjin. Her wiha jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de di peykeran de diyar in û di tabloyan de jî mijarên girêdayî jinên Reqayê tên vegotin.

Şêwekar Cuma Seîd El-Hemo axivî û behsa kurtejiyana xwe ya hunerî kir û wiha got: “pisportiya min di çêkirina peykeran de ye. Ez beşdasrî gelek pêşangehên li Sûriyeyê û li hin dewletên Erebî bûme. Ez beşdarî gelek pêşangehên tekane û komî bûme. Piraniya xebatên hunerî yên min li ser kevirên reş, spî û li ser mermera Îtalî ne.”

Cuma El-Hemo got ku bi hatina çeteyên DAIŞ’ê re wî xebatên xwe yên hunerî rawestandin, nemaze ji ber ku gelek caran ji aliyê çeteyan ve hate girtin û hemû peykerên ku wî çêkirine şikandin û hin jî desteserkirin û wiha domand: “Piştî ku ez serbest hatim berdan ez bi awayekî veşartî dixebitîm û min peykerên xwe di malê de binax dikirin û vedişartin.”

Cuma El-Hemo niha di çêkirina tabloyekê de dixebite. Tablo jî wêneyekî têkoşer Umer Eloş e. her wiha ji bermahiyên siwareyên teqiyayî dê burcekî li bajarê Reqayê weke bîranîn ava bike.