Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

GIRÊSPÎ: BI RUHÊ NEWROZÊ EM BERXWEDANÊ BILIN BIKIN

13

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Gelê Kurd, Ereb, Ermen û Turkmen ên Girê Spî bi cil û bergên xwe ji bo pîrozkirina Newroza îsal a bi dirûşmeyaʺBi ruhê  Newrozê em berxwedanê bilin bikin, li Efrînê biserbikevinʺ berê xwe didin gundê Kopirlik  ê rojavayî bajarê Girê Spî.

Qada Newrozê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, YPG û YPJ`ê hatiye xemlandin.

Xwediyên dîkanan jî hemû dîkanên xwe girtine û wê beşdarî Newrozê bibin.

Di kêliyên pêş me de, wê çalakiyên Newrozê werin destpêkirin.