Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

EYN ÎSA: XEBATA HEMÛ KOMÎTE, MECLÎS Û KOMÎNÊN NAVÇEYÊ Û GUNDEWARÊ WÊ DIŞOPÎNE

241

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Bi vegera şêniyên Girê Spî piştî koçberkirina wan beriya 6 salan ji hêla DAIŞ’ê ve ji warên xwe re, meclîsa navçeya Eyn Îsa hat avakirin.

Ji destpêka avakirina Meclîsa navçeya Eyn Îsa ve, meclîs xebatên rêxistinî û xizmetguzariyê ji şêniyên navçeyê re pêşkeş dike weke: tomarkirina şêniyan,belavkirina sotemenî û hwd…

Meclîsa Eyn Îsa kar û xebata 135  komînan li navçe û 3 bajarokên ( El-Hîşê, El-Elî Bacliyê û Ebû Xerze )dişopîne.

Ji bo nixandina kar û xebatên meclîs û komîteyên girêdayî wê, mehane carekê li hev dicivin.

Meclîs ji 9 komîteyan pêk tê.

Komîteya xizmetguzariyê: Kar û xebata komîteyên xizmetguzariyê weke komîteya avê û nanpêjan dişopîne.

Komîteya ciwana, komîteya lihevanînê: ta niha 182 doz çareserkiriye, komîteya parastinê, komîteya karûbarên civakê, komîteya çand û hunerê, komîteya perwerdeyê, Komîteya tendrustiyê.

Komîteya jin: bi tevlîkirina jin ji perwerdeyên fikirî û zanistî re hewl dide rola jin di civakê de pêş bixe.

Di derbarê vê mijarê de şêwirmenda hevserokatiya Meclîsa navçeya Eyn Îsa Sewsen El-Himêdî destnîşan kir ku armanca sereke ya Meclîsê, xizmeta welatiyan û çareserkirina pirsgirêkên wan e.

Welatiyên navçeyê, kêfxweşiya xwe ji kar û xebatên Meclîsê re anîn ziman. Welatiyên bi navên Ehmed Ebdilah û Mihemed Ismaîl spasiya Meclîsa navçeyê kirin.

Herdu welatiyan banga meclîsa navçeyê kirin,  ji ber kêm barîna baranê destek bidin beşa çandiniyê.