Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

DU ZAROK LI KAMPA TIWÊHÎNA MIRIN

8

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Li kampa Tiwêhîna ya dikeve bakurrojavayê Tebqayê du zarok ji ber nexweşiyan û kêmbûna derfetên dermankirinê jiyana xwe jidest dan.

Çavakniyan di hindirê kampa Tiwêhîna a dikeve bakurrojavayê Tebqayê de dane zanîn ku zaroka bi navê Îman Mihemed El-Nehyan a du salî ji ber nexweşiya sorik û Mihemed Mihena El-Helawî yê du mehî ku bi nexweşiya zerik ketibû mirin.

 

Çavkaniya destnîşan kirin ku sedema mirina herdu zarokan kêmbûna derfetên deremankirinê ye.

 

Heman çavkaniyan destnîşan kirin ku rewşa herdu zarokan ji şevê din ve xirab bubû, dema malbatên xwestin wan rakin nuqteyên tendurisityê yên derveyê kampê, ji ber ku erebeya ambulance tunebe herdu zarokan jiyana xwe jidest dan.

 

Koçbera bi navê Semîra Seyîd xezma zarok Mihemed Mihena daxwaza vekirina navendên tenduristiyê kir û got, “Zarokên me li pêşberî mirinê rû bi rû ne ji ber ku nuqteyên tenduristiyê li kampê tune ne.”

 

Her wiha koçberê bi nave Ehmed Mihemed xemgîniya xwe nîşanî vê yekê da û diyar kir ku derdora du hezar û 50 malbat di kampê de hene, lê nuqeteyên tenduristiyê tune ne.

 

Rêxistinên “Heyva Sor a Kurd” û “Doxtorên Sînor Ne Nas” bi derfetên kêm car caran serdana kampê de û rewşa nexweşan dişopîne