Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

KANTONA ŞEHBAYÊ, JI BO ZAROKÊN EFRÎNÎ, DIBISTANEK KAMPA”BERXWEDAN” VEKIR

11

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Şehbayê ji bo zarokên Efrînê yên ku di encama êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li ser Efrînê de warê xwe hiştine û xwe li herêma Şehbayê girtine û ji perwerdeyê qût bûne, dibistanek seretayî li kampa “Berxwedan” vekir.

Vekirina dibistanê bi merasîmek pêk hat. Bi dehan zarok û malbatên wan di merasîmê de amade bûn.

Rêvebera Komîteya Civaka Demokratîk Şervan Hemo û bi navê Kongreya Star Leyla Îbiş axivîn. Di axaftinan de, vekirina dibistanê li zarokan hate pîrozkirin û hate gotin ku dibistan dê pêşeroja zarokan peya bike.

Di merasîmê de, zarokan staran gotin, paşê li refên xwe hatin belavkirin.

Zarokan kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku çi dibe jî ew dev ji perwerdeyê xwe bernadin