Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

DIBE PIROJEYÊ YEKEMÎN DI ROJHILATA NAVÎN Û CÎHANÊ DE

16

Toreya rojava ya nûçeyan

Corinne Darlough û Alice Serrano ên  Fransî di serdana gundê JINWAR de, dane zanîn ku ev yek ji projeyên yekemîn di Rojhilata Navîn û cîhanê de ye û gotin ku ew ê destekê bidin vê projeyê ku jinan bi xwe rêxistin kirine

Şandeya jinên Fransî ku ji bo destekdayîna Hemleya Kongreya Star a Jin rabin ser piyan ji bo Efrînê  hatin Rojava, serdana gundê JINWAR a li herêma Dirbasiyê kir. Di serdanê de Sekirtêra Pariya Çep a Fransî Corinne Darlough û rojnamevan Alice Serrano ji ajansa me re axivin û gotin ku projeya gundê JINWAR nûmûneya projeyên civakî yên demokratîk li Rojava diyar dike.

 

Corinne Darlough  da zanîn ku  yek ji armancên wan hatina Rojava, şopandina rewşa giştî ya herêmê di aliyê rêveberî û rêxistinî de û  taybet rewşa jinê.

 

Darlough  bi lêv kir ku ew bi hatina gundê JINWAR pir kêfxweş bû û wiha pê de çû,ʺEv proje hemû jinên ji pêkhateyên Rojava digire nava xwe û jin giringî didin aliyê civakî, çandinî û ekolojî

 

Corinne di berdewamiya axaftina xwe de got,ʺ Projeya gundê JINWAR nûmûneya projeyên civakî yên demokratîk li Rojava diyar dike. Ev proj jî yek ji projeyên yekemîn di Rojhilat Navîn û cîhanê de ye. Jinê bi rêya projeya vî gundî xwe bi rêxistin dike û debara xwe bi xwe dike

 

Corinne di dawiya axaftina xwe de got ku ew ê destekê bidin vê projeyê da ku bibe nûmûneyeke giştî li tevahiya cîhanê.

 

Rojnamevana bi navê Alice Serrano jî diyar kir ku wan derbarê gundê JINWAR de gelek agahî bihîstine û bala wan kişandiye, ji ber vê yekê ew hatin gund û bi çavê xwe gundê JINWAR dîtin.

 

Alice Serrano anî ziman ku tevî  rewşa zehmet a Rojava, lê projeyekî bi vî rengî û giring hate pêşxistin