Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

DIBE KU ÇEMÊ FERATÊ BI TEMAMÎ JI XIZMETÊ DERKEVE

302

Toreya Rojava ya Nûçeyan

Ji ber dewleta Tirk ava çemê Firatê ji ser Sûriyê qut kiriye, ava Bendava Azadî gelekî kêm bûye, ji ber vê yekê Rêveberiya Bendava dest bi girtina deriyên derketina ava zêde kirin û hişyarî da ku heger qutbûna avê dewam kir wê karîsetek pêk were û Bendav bi temamî ji xizmetê derkeve.

Bilindbûna asta avê di bendava Azadî de derdora 00,256 M di ser deryayê re ye. Ji ber ku dewleta Tirk ava Çemê Firatê ji ser Sûriyê qut kiriye, asta avê di bendavê de gihiştiye kêmî 2 ji sedî, ji ber vê yekê saetên xebitandina eracên çêkirina ceyranê hate kêmkirin.

 

Bendava Azadî li bajaroka El-Mensûr a başûr-rojhilatê herêma Tebqayê ye, derdora 25 kîlometreyan Bendava Firat ya li Tebqayê ye. Ji bo eracên çêkirina ceyranê yên Bendava Azadî bixebitin, pêwîstiya wan bi derdora 420 M3 di saniyê de av heye. Yenî derdora 2 hezar û 100 bermîl (varêl) av da ku ceyran bi qasê 7 mgawat di saetê de were çêkirin. Rêveberiya Bendavê ji bo parstina vê astê bike, saetên xebitandina bendavê ji 24 saetan daxistin 12 saetan.

 

Rola dewleta Tirk a wêrankarin û xerabkariya di Sûriyê de, bi perwedekirina komên çete û derbaskirina wan a xaka Sûriyê sînordar nema. Çeteyan li şûna dewleta Tirk gelek ji herêmên Bakurê Sûriyê dagir kirin, gelek wêranî û komkujî pêk anîn.

 

Dewleta Tirk di heman demê de av ji ser Çemê Firatê qut kir. Ev jî bi çêkirina bendavan li ser û bi vê yekê şerê gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê dike.

 

Berpirsyarê Bendav Azad Endizyar Mihemed El-Xilêf da zanîn ku asta avê di bendavê de bi hatina demsala havînê wê pir kêm bibe û ev tişt anî ziman: “Ji ber rêjeya buxarê ji vê dighêje 60 M3 di saniyê de.”

 

Bi hezaran malbatên Tebqayê yên li gundên derdorê zeviyên xwe ji Çemê Firatê av didin, di heman demê de Çemê Firatê jêrdera ava vexwarinê ya parêzgehên Reqa û Dêrizorê ye, heta beşek ji herêmên Şehbayê.

 

El-Xilêf di axaftina xwe de jî destnîşan kir ku heger dewleta Tirk a dagirker qutkirina avê dewam kir wê hemû bendavên li ser Çemê Firatê ji xizmetê derkevin û di encamê de hemû herêma li ser çem bibin çoleke ziwan û wê hemû kargeh û febrîqayên li serê ava Firatê ji xizmetê derkevin.

 

Berpirsyarê Bendav Azad Endizyar Mihemed El-Xilêf di dawiya axaftina xwe de jî bang li civaka navdewletî kir ku di zûtirîn dem de tevbigirin da ku sînorekî ji van kiriyarên dewelta Tirk re dîn in