Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

DI ŞERÊ TUNEKIRINA TERORÊ DE ŞERVAN BI PÊŞ DE DIÇIN

25

Tureya Rojava ya Nûçeyan

QSD`ê tekez kir ku şervanên wan li gundê El-Baxoz bi pêş de diçin û 12 nuqteyên xwe li wê derê ava kirin, li derdora El-Sûse jî hêzên wan bi pêş de diçin û bi dehan sivîl rizgar kirin.

Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê 24 saetên dawîn li gundewarên Dêrazorê di pêngava dawîn a Bagera Cizîrê ya bi navê “Şerê Tunekirina Terorê” de aşkera kir.

 

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

 

1-Li derdora El-Baxoz di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ`ê de şer derket. Derbeyên giran li çeteyan hatin xistin. Her wiha hêzên me bi awayekî berbiçav di hundirê gund de pêşde çûn û gelek nuqteyên bicihkirina çeteyan rizgar kirin.

 

Çeteyan jî bi zanebûn mayin di rêya hêzên me de danîn da ku pêketinên wan asteng bikin. Şervanên me derbeyên giran li xetên parastina çeteyan xistin û şer ber bi hundirê gund ve çû.

 

Şer ji duh êvarî ve heta saetên vê sibê berdewam kir. Hêzên me 12 nuqteyên xwe di hundirê El-Baxoz de ava kirin. Her wiha topavêjên Koalîsyona Navneteweyî baregehên bicihkirina çeteyan kirin hedef û rûxandin.

2-Li derdora El-Sûse ji saetên êvarê ve hêzên me dest bi tevgerê kir û ber bi gund ve çûn. Li wê derê şerê rû bi rû bi çeteyan re derket. Çeteyan rextên bombebarkirî bi kar anîn. Du çeteyan xwe teqand. Di encamê de 2 şervanên me şehîd bûn û hindek jî birîndar bûn.