Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

DI OPERASYONA ARTÊŞÊ DE ŞERÊ MEZIN: 50 KUŞTÎ

286

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Hat ragihandin ku li Yemenê di şerê navbera yekîneyên artêşê û milîsên husî de 50 milîs hatin kuştin û bi 10an jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên berdest, artêşa Yemenê herêma El-Cahê ya bajarê Hudeydeyê ku dikeve rojavayê welat bi dest xist. Di xebata legerîn û kontrolkirinê de li herêmê gelek cebilxaneyê aîdî milîsên husî hat bidestxistin.

Navenda Enformasyona Tuxaya El-Umalika ya girêdayî hikûmetê di daxuyaniya xwe de got: “Ji duhî ve li herêma El-Cah a navçeya Beyt el-Fakiyye ya girêdayî bajarê Hudeydeyê şer û pevçûnên dijwar di navbera yekîneyên artêşê û milîsên husî de diqewimin.

Hem di şer û pevçûnan û hem jî di êrişên hewayî Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike de herî kêm 50 milîs hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Ji aliyê din ve li başûrê rojhilatê welat li bajarê Şebveyê milîsên husî wesayîta leşkerî hedef girt, di encamê de 2 leşker hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.