Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

Dİ HEMLEYA KOMKİRİNA ALÎKARİYÊ SAZİYÊN TEV-DEM`Ê Lİ ROJAVA DAYE DESTPÊKİRİN

6

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Di çarçoveya hemleya komkirina alîkariyê ku saziyên TEV-DEM`ê li Rojava daye destpêkirin, komîteya alîkariyê  ya Girkê, Legê, Til Koçer û Çilaxa  îro alîkariya ku kom kiriye, navenda kantona Qamişlo re.

Alîkarî ji xwarinê, pêdiviyên malê, betanî, isfinc û pere pêk tê.

Rayedarên hemleyê diyar kirin ku alîkariya ku heta niha hatiye komkirin ji navenda kantona Qamişlo re hate şandin, da ku ji wir jî ber bi herêmên Şehbayê ve ku gelê Efrînê li wir dimîne were şandin.

Rayedaran tekez kirin ku şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer bi awayekî baş tevlî hemleyê dibin û alîkariyê li gorî derfetên xwe didin. Her wiha rayedaran anî ziman ku hemleya komkirina alîkariyê ji bo Efrînê dewam dike.

DÊRIK

Li bajarê Dêrikê û gundewarên wê jî ev cara sêyemîn ku alîkariye hatiye komkirin, ji şêniyên Efrînê re hate şandin.

Hemleya komkirina alîkariyê ji aliyê şaredarî, meclîsên bajar, navçe, bajarok û gund ve tê birêvebirin.

Rayedarên  ku alîkarî kom dikin tekez kirin ku hemleya  wan a komkirina alîkariyê dewam dike.