Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

DEWLETA TIRK LI EFRÎNÊ GUHERTINA DEMOGRAFÎ DAYE DESTPÊKIRIN

13

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî welatiyên Efrînê siyaseta tundî û zordariyê pêk tîn in. Li herêmê komkujî pêk anîn û guhertina demograftî pêk tîn in. Her wiha mal û milkên welatiyên dizîn û talan kirin.

Derbarê mijarê de welatiyên bajarokên Til Hemîs û Til Berek re axivîn. Jina bi navê Sefai El-Xidir a ji navçeya Til Berek derbarê mijarê ev tişt anî ziman: “Em siyasetên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ya li dijî gelê Efrînê bi tundî şermezar dikin . Dewleta Tirk li Efrînê guhertina demografî daye destpêkirin.”

Sefai her wiha da bibîr xist ku dewlet Tirk hemû sînorê xwe ji çeteyên DAIŞ’ê re vekir û riya wan a derbasbûna Sûriyê hêsan kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em bi yek destî li dijî siyasetên dewleta Tirk derkevin, da ku Erdogan hebûna xwe di Sûriyê de fireh neke.”

Welatiyê bi navê Mihemed El-Casim ê ji navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo jî derbarê mijarê de got ku dewleta Tirk guhertina demografiya herêmê li ser Efrînê pêk tîne û wiha dom kir: “Siyaseta Tirkirinê ku dewleta Tirk pêk tîn e bi armanca vejanda siyasetên dewleta Osmanî ye.Em wekî welatiyên ên ereb ji Erdogan û alîgirên wî re dibêjn ku emê parstina Efrîn û tevahiya herêmê bikin. Em ê Efrîn û tevahî xaka Sûriyê rizgar bikin.”

Welatiyê bi navê Silêman El-Salih jî derbarê mijarê de got ku dewleta Tirk û hêzên din ên li Sûriyê li Xûta, Efrîn, Qelemûn û gundên Humsê guhertina demografî pêk tîn in û wiha jî dixwazin emrê aloziya Sûriyê dirêj bikin.

El-Salih di dawiya axaftina xwe de jî got ku riya herî rast a çareserkirina aloziya Sûriyê pêkanîna sîstema demokratîk û jiyana hevbeş e.