Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

DAIŞ’Ê 8 POLÎSÊN IRAQÊ KUŞTIN

17

Toreya Rojava ya Nûçeyan

8 Polîsên Iraqê ku 20’ê Sibatê ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatibûn revandin, hatin kuştin

Li herêmeke navbera bajarên Selahaddîn û Diyala yên Iraqê, roja 20’ê Sibatê polîsên federal ên Iraqê ketibûn kemîneke çeteyên DAIŞ’ê û 8 polîs hatibû revandin. Çeteyên DAIŞ’ê hemû polîs kuştin.

 

Çeteyan her wiha dîmenê dema kuştina polîsan li ser medya civakî weşandin.

 

Nehat eşkerekirin bê 8 polîs li ku û kengî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine kuştin