Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

CEZAYÊN DI NAVBERA WASHINGTON Û ENQEREYÊ DE HATIN RAKIRIN

Image processed by CodeCarvings Piczard ### FREE Community Edition ### on 2017-11-06 22:50:18Z | | ÿ¢²¾ÿ¢²¾ÿ¢²¾ÿ‘f e³
12

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Amerîka û Tirkiyeyê ragihand ku dê cezayên li ser wezîrên tirk û yên Amerîkayê rakin ku ji ber aloziya dîplomasiyê pêk hatibûn û bi serbestberdana keşeyê Amerîkayê Andrew Brunson ber bi başbûnê ve çûn.

Di pêngavekê de ku nîşan dide têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê baş dibin, her du welatan ragihand ku dê cezayên li ser wezîrên Tirk û Amerîkî ku ji ber nakokiya dîplomasiyê pêk hatine, rakin. Têkiliya di navbera her du welatan de piştî ku keşeyê Amerîkayê Andrew Brunson serbest hate berdan, ber bi başbûnê ve çû.

 

Piştî ku aloziya di navbera Tirkiye û Amerîka de lawaz bû, Enqereyê ragihand ku cezayên li ser 2 wezîrên ji her du welatan dê bêne rakirin.

 

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê jî ragihand ku dê cezayê li ser wezîrên edalet û hundirîn ên Tirkiyeyê rake. Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî diyar kir ku ew jî dê ji aliyê xwe ve cezayên li ser wezîrên edalet û ewlehiya hundirîn ên Amerîkayê rake.

 

Têkliya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de piştî derbeya têkçûyî di Tîrmeha 2016’an de li Tirkiyeyê bi nakok bûn û piştî girtina keşeyê Amerîkî Andrew Brunson nakokî zêde bûn.

 

Serokê Amerîkayê Donald Trump baca li ser aluminyom û madenên Tirkiyeyê zêde kir û di encamê de ziyaneke mezin bi lîreyê Tirkiyeyê bû