Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

BIN SERWERIYA PDK`Ê DE MAYÎNA LEŞKERÊN TIRK TÊ WATEYA REWAKIRINA DAGIRKERIYA TIRKIYÊ YA BAŞÛR

30

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Wesayetên ji leşkerên Tirk û bi hêza çek hêzên leşkerî yên Tirkiyê li gundê Soran ê parêzgeha Hewlêrê ne. Li gorî artêşa Tirk ew hatine serdana gund û bi şêniyên gund re li mizgefta wan xwarina fitarê xwarine.

Ji salan ve mayîna artêşa Tirk a dagirker li herêmên PDK`ê ne tiştekî veşartî ye. Di van mehan de Tirkiyê Efrîn dagirkir û gef dixwe ku Şengal, Mexmûr û Qendîlê dagir bike. Tirkiyê bi razîbûna PDK`ê 30 km ji xaka herêma Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Pîlansaziyên Tirkiyê li Bakurê Sûriyê û Iraqê û bi taybet li Başûr û Rojavayê Kurdistanê li ber çava ye.

Çima çûyîna Tirkiyê ya gundekî Kurdan li Başûrê Kurdistanê tê rewa kirin. Dema ku hêzên leşkerî yên Tirk bi çekên xwe yên giran rehet dikevin gundên Başûrê Kurdistanê ev tê wateya ku dagirkeriya wan asayî ye û tê rewa kirin.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker bi wan çekên xwe yên giran şerekî taybet li ser gelê Başûrê Kurdistanê dide maşandin û dixwaze çavên wan bitirsîne. Şêniyên wî gundî jî ji neçarî artêşa Tirk a dagirker pêşwazî kirin û bi wan re xwarina fitarê xwarin.