Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

BI HEVKARIYA RÊXISTINA UBB BEŞEK DIN LI HEYVA SOR ZÊDE BÛ

34

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Rêxistina UBB beşeke nû li nexweşxaneya xwe ya li Reqayê zêde kir.

Heyva Sor a Kurd bi hevkariya Rêxistina UBB li nexweşxaneya Reqayê beşê zarok û zayînê vekir.

 

Di merasîmê vekirinê de, hejmarek kadroyên tenduristiyê yê Reqayê, endamên Komîteya Tenduristiyê, rûsp û şêniyên herêmî amade bûn.

 

Piştî qutkirina şirîta vekirinê, beşdaran li nexweşxaneyê geriyan.

 

Nexweşxaneya Heyva Sor a Reqa ji beşên (Jinan û zayîn, odeya kontrolkirina jinan, odeya emeliyet, zarok, lebrator, dermanxane, awarte, destwerdana lezgîn û 8 erebeyên ambulansê) pêk tê.

 

Nexweşxane 24 saetan di xizmetê de ye û dermanan bê pere pêşkêş dike.

 

Rêveberê Heyva Sor a Kurd Munîr Hisên der barê mijarê de, got: “Ne tenê ev nexweşane xizmetê pêşkêş dike, du şaxên din jî ên Heyva Sor li herêmê hene. Di vê nexweşxaneyê de 24 hemşîreyên xwedî tecrûbe û pispor hene. Erebeyên ambulance li hindir û derve jî di xizmetê de ne. Lê pêwîstiya me bi bijîşkan hene