Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

BEŞDARÎ FORM: XURTKIRINA ROLA JIN DI CIVAKÊ DE ÇARESERKIRINÊN PIRSGIRÊKAN

17

Tureya Rojava ya Nûçeyan

Duh li bajarê Qamişlo yê herêma Cizîrê li ser banga Desteya NY ya Jinan û bi sponseriya Meclîsa Jinên Sûriyeyê, her wiha bi alîkariya Kongreya Star û Rêxistina Zemîna Hevbeş forma danûstendinê di bin navê “Karên pêş ên jinên Sûriyeyê li bakur û bakur-rojhilatê Sûriyê” dest pêk.

Jinên beşdarî formê bibûn armanca beşdarbûna xwe ya ji bo formê ji anîn ziman.

Çalakvana Karûbarên Sivîlan, Naz Hemê ya ji bajarê Qamişlo destnîşan kir ku wekî jinên çalakvan beşdarî formê bûne da ku rewşa jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş bikin û da ku karibin pêdiviyên wan bi cih bînin. Naz Hemê da xuyakirin ku di encamên nîqaşan de pirsgirêkên jinan ên civakî, aborî, çandî siyasî û perwerdê hatin hînbûn.

Naz di berdewama axaftina xwe de got, “Em ê ji aliyê xwe ve van pirsgirêkan radestî Desteya Jinan a NY‘yê bikin da ku çareseriyê peyda bike û projeyê pêşerojê deynin. Giraniya nîqaşên me li ser aktîvkirina rola jin di qadên aborî û siyasî bû. Heta niha jin bi desthilatdariya mêr ve hatiyê girêdan û mafê wê di gelek aliyan de hatiye xwarin. Armanca me jî ew e ku van bendan bişkînin da ku jin bibe xwedî biryar.”

Endama Komîteya Jin a Meclîsa Sivîl a Reqayê Xewla Hemûd ji aliyê xwe ve anî ziman ku beşdarbûna wan a ji bo formaya danûstandinan gaveke girîng e ji bo pêşxistina jinên bajarê Reqayê û wiha got, “Di dema dagirkeriya DAIŞ‘ê de bandoreke neyinî li ser jinan hate kirin, mafê wan hatibûn paşguhkirin û rola wê ya di civakê de wihdayî bû.”

Xewla di berdewama axaftina xwe de, anî ziman ku projeyên bi vê awayî dê karibe dengê jinê ragihîne û wê ji tarîtiyê xelas bike, her wiha wê rê li pêşiya wan were vekirina da ku nêrînên xwe bi azadî bînin ziman û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin.

Endama Partiya Yekîtiya Suryan Sebah Şabo armanca tevlîbûna xwe ya ji bo werşeya kar ji bo xurtkirina rola jin e diyar kir û got ku di salên aloziya Sûriyê de, jin rastî destdirêjiya cinsî û dirûnî hatin, her wiha destirêjî li cenazeyên wan hatin kirin.

Sebah Şabo, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ku formê hejmarek jinên Sûriyê ji herêmên cuda gihandin hev û got, “Bi riya vê werşeyê em bighêjin gelek encaman derbarê çareserkirina pirsgirêkên jinan.”

Sebah, bang li jinan kir ku xwe birêxistin bikin û asta zanebûne xwe pêş bixînin û rêgezê jina azad di civakê de bidin rûniştandin û zagonan derbarê parastina jin tundiyê derxînin.