Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

ARTÊŞA TIRK ADAGIRKERAN TOP AVÊTIN EFRÎNÊ: 6 SIVÎL BIRÎNDAR BÛN

5

Şevê din di encama topbarana li ser bajarê Efrînê 6 sivîl ji malbatekê birîndar bûn û 7 erebeyên sivlîan hatin şewitandin.

Şevê din piştî ku balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser bajarê Efrînê geriyan, derdora saet 01.00′ê de Artêşa Tirk a dagirker top avêtin navenda bajarê Efrînê. Di encamê de 6 kes ji malbatekê ″Rexed Ebûd , Umer Ebûd , Eyşe Mustefa , Fewaz Ebûd , Ebdulrehman Ebûd  û Cûma Ebûd  birîndar bûn. Her wiha 7 erebeyan sivîlan hatin şewitandin.

Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên bajarê Efrînê. Kadroyên tenduristiyê diyar kirin ku birînên sivîlan sivikin.