Ajansa Rojava ya Nûçeyan
Rojavanetwork.net

ARTÊŞA DAGIRKER BI ÊRÎŞÊN KÎMYAWÎ JÎ BI SER NAKEVIN

6

Tureya  Rojava ya Nûçeyan

Şêniyên bajarê Qamişlo helwestên xwe li hemberî dewleta Tirk ku êrîşî Efrînê dike û welatiyên sivîl armanc digire û çekên kîmyawî li dijî sivîlên Efrînê bikar tîne şermezar kirin û wiha gotin: “Divê dewletên navnetewî û rêxistinên mafên mirovan ji bêdengiya xwe derbikevin û rê li pêşiya komkujiyên li dijî welatiyên Efrînê bigirin.”

Arêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ku li hemberî berxwedana serdemê ya Efrînê nikarin pêş ve werin, hovîtiya xwe li dijî welatiyên sivîl zêde dikin û çekên kîmyawî li dijî sivîlên Efrînê bikar tînin.

Dagirker bi êrîşên kîmyawî jî bi ser nakevin’

Hemwelatiyê bi navê Mûnîra Şakir bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê artêşa dagirker a Tirkiyeyê ve li dijî sivîlên Efrînê şermezar kir û wiha got: “Artêşa Tirk a dagirker hemû teknolojiya xwe ya leşkerî li dijî welatiyên Efrînê bikar anî, lê dîsa jî nikaribû berxwedana welatiyên Efrînê bişkîne, ji ber vê yekê çekên kîmyawî li dijî welatiyan bikar tîne. Erdogan çi dike bila bike em ti carî axa xwe bernadin. Erdogan kujerê jin û zarokan e. Îradeya gelê Efrînê hêza şervanên YPG/YPJ’ê û QSD’ê ye û bê guman serkeftin para berxwedêran e.”

Mûnîra Şakir di berdewama axaftina xwe de bang li civaka navnetwî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hemberî komkujiyên li dijî welatiyên sivil yên lı  Efrînê bigirin.

Li hemberî berxwedana serdemê Erdogan veguheriye hovekî

Girêdayî heman mijarê welatiyê bi navê Mihemed Eşref diyar kir ku û wiha got: “Erdogan ti carî naxwaze Kurd mafên xwe yên rewa bi dest xwe ve bînin û ti carî naxwaze aloziya Sûriyeyê were çareserkirin. Erdogan digot ku dê di çend saetan de herêma Efrînê dagir bike lê rastî berxwedaneke efsaneyî ya welatiyên Efrînê hat û di encamê de veguherî hovekî mezin û li dijî welatiyên sivîl çekên kîmyawî bikar anîn.”

Eşref di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku serkeftin para berxwedêran e û Kurd di encamê de dê mafên xwe yên rewa werbigirin.

Duh li Dêrsimê îro li Efrînê                                                              

Welatiyê bi navê Îbrahîm Hacî Hesen di derbarê heman mijarê de axivî û êrîşên artêşa dagirker a Tirkiyeyê bi tundî şermezar kir û wiha anî ziman: “Hêzên desthilatdar çawa ku li Helebçe, Dêrsim hewil dana Kurdan tune bikin, niha li herêma Efrînê jî heman siyasetê didin meşandin. Çi dibe bila bibe em ti carî dest ji axa xwe bernadin û em ê heta serkeftinê berxwedana serdemêyê ya Efrînê berdewam bikin. Em li ser fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezin bûne û em ê têkoşîna xwe ya ber bi azadiyê ve berdewam bikin.”

Hacî Hesen wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê hemû gelên azadîxwaz û demokrasîxwaz rabin ser piyan û rê li pêşiya bikaranîna artêşa Tirk ji çekên kîmyawî re li dijî welatiyên sivîl bigirin. Ji bêdengiyê re êdî bes e”.